Ma Tewrat hatiye guhertin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Xeyrimislim Tarih: 03 Ocak 2015

Pirs: Cihû, li gorî ayetên 43-44’an ji sûreyê Maîde angaşt dikin ku Tewrat nehatiye guhertin. Em jî nikarin bersiva wan bidin digel ku em dizanin di hundirê Tewratê de di derheqê pêxemberan de hin tiştên ku nayên qebûlkirin hene. Di vê babetê de hûn nabêjin çi?

Bersiv: Ayetên 43-44’an ji sûreyê Maîde nadin îfadekirin ku Tewrat bi temamî hatiye parastin. Ayetên têkildar wiha ne:

Digel ku Tewrat li cem wan e û hukmê Xwedê tê de heye, ew çawa te dikim hekem û dûvre pişta xwe didinê! Ev, ne kesên bawermend in. Bêguman Me Tewrat nazil kiriye. Tê de serwextî û ronahî heye. Pêxemberên ku radestî Xwedê bûne, di nav Cihûyan de bi wê hukum didan. Zana[1] û zahidan jî bi tiştên ji kitêba Xwedê hatibû parastin hukum didan. Ew li ser vî hukmî şahid bûn. Ji xelkê netirsin; ji Min bitirsin. Ayetên Min bi nirxekî hindik nefiroşin. Kî bi ya ku Xwedê nazil kiriye hukum nede, vêca ew her kafir bi xwe ne.”[2]

Eger meriv bala xwe bidê, di ayeta 43’an de “hukmê Xwedê tê de heye”, di ayeta 44’an de “tê de serwextî û ronahî heye” hatiye fermankirin. Ev herçiqas hatibe guhertin jî dîsa jî didin nîşandan ku di Tewratê de hîn jî hin hukmên ku hatine parastin hene. Îfadeyên mîna vê di ayeta 46’an de di derbarê Încîlê de jî hatine bikaranîn. Lê belê ji bo temamê Qur’anê “ew rêberê hidayetê ye”, “ew ronahiyek e” hatiye fermankirin.[3] Ev îfade û yên berê ne mîna hev in. Ayetên din ên didin zanîn ku kitêbên berê hatine tehrîfkirin vê yekê rave dikin.

Xwedê Teala di pir ayetan de Cihû vexwandine bal ku ehkamên Tewratê bi cih bînin, lê wan xwe nedaye ber vê yekê. Lewra eger Cihû bi mena rastîn ehkamên Tewratê bi cih bînin, divê ku bi Qur’anê û bi Pêxemberê me (s.a.w) bawerî bînin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bibêje: Gelî yên ehlikitêb! Hûn ne li ser tu tiştî ne heta ku hûn birastî û duristî Tewratê, Încîlê û ji tiştê ku ji cem Perwerdegarê we ji we re hatiye hinartin (Qur’anê) bicih neyinin. Sond be, Qur’ana ku ji cem Perwerdegarê te ji te re hatiye şandin, kufr û çavsoriya pirên wan zêde bike. Nexwe tu ji bo wan xemgîn mebe.”[4]

Ev ayetên han jî didin nîşandan ku ne sirf bi Tewratê, belbî divê bi kitêb û pêxemberê me jî baweriyê bînin. Eger wisa nekin, ew ne li ser rêya rast û hidayetê ne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gotin: “Bibin Cihû yan jî Fileh, hingê hûn ê bi ser rêya rast ve bibin.” Bibêje: “Naxêr, em ê bidin pey dînê Îbrahîm ku ew ji baweriyên xelet parastî bû û ew ne ji muşrikan jî bû.”

Bibêjin: “Me bi Xwedê û bi ya ku ji me re hatiye hinartin, bi ya ku ji Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb û neviyên wî re û bi ya ku ji Mûsa û Îsa re û bi ya ku ji pêxemberên din re ji cem Xwedayê wan hatiye hinartin, bawerî anî. Em tu ferqiyê naxin navbera yekî ji wan û em ji Xwedê re radest bûne.”

Eger ew jî mîna we bawerî bînin, vêca ew hatine ser rêya rast. Na! Eger ew berê xwe biguherînin, ew her di rêşaşiyê de ne. Êdî Xwedê li hember wan besî te ye. Yê bihîzer ê zana her Ew e.”[5]

Qur’ana Pîroz li ser Tewrat û Încîlê ya îroyîn xwediyê gotina dawîn e û ji bo wan pîvan e. Eger hukmên di wan de bi yên di Qur’anê de li hev bên û muwafiq bin, em ê wan qebûl bikin. Lê belê eger li dijî yên Qur’anê bin em wan nagirin. Ayeta ku serdestiya Qur’anê li hember kitêbên din dide ragihandin wiha ye:

Me kitêb (Qur’an) bi bal te ve bi heqî hinart ku ew ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan çavdêr e. Êdî li gorî tiştê ku Xwedê hinartiye di navbera wan de hukum bide. Di şûna heqiya ku ji te re hatiye nede dûv hewesên wan. Me, ji bo her yekî ji we şerî‘et û rêbazek daniye. Eger Xwedê bixwesta[6] dê hûn tev bikirina yek umet. Lê belê da ku bi tiştê ku daye we, we biceribîne. Nexwe di qenciyê de pêşbirkê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Xwedê ve ye. Ew ê ji ya ku hûn tê de bi hev ketibûn, we agahdar bike.”[7]



[1] Ji tu mirovî re – piştî ku Xwedê kitêb, hikmet û pêxemberî dayê- ne pêkan e ku ji mirovan re bibêje: “Dev ji Xwedê berdin û ji min re bibin bende!” Lê belê (ji wan re dê wisa bibêje:) “Bi sedem hûn kitêbê didin hînkirin û wê dixwînin, sirf ji (Xwedê) bibin bende.” (Alî Îmran, 3/79).

[2] Maîde, 5/43-44.

[3] Bnh. Nîsa, 4/174; Maîde, 5/15.

[4] Maîde, 5/68.

[5] Beqere, 2/135-137.

[6] Bi zorê.

[7] Maîde, 5/48.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma meriv dikare beşdarî merasîma cenazeyê kesên xeyrimislim bibe? 12.01.15 1.145
2 Xeyrimislimên ku li welatê mislimanan dijîn, dê li gorî çi bêne darizandin? 13.01.15 1.245
3 Berpirsyariya kesên ku teblîxa Qur’anê negihaştibe wan çi ye? 17.12.14 1.334
4 Ma di teblîxê de pîvan çi ye? 14.01.15 1.127
5 Gelo kirinên xeyrimisliman ên baş, dê çawa be? Ma dê fêdê bide wan? 19.12.14 1.263
6 Rewşa mislimanê ku mafê yekî xeyrimislim xwaribe dê çawa be? 16.01.15 1.103
7 Meriv dikare ji xeyrimislimê ku ji mirovahiyê re tiştên bi fêde kiribeye re rehmê bixwaze? 21.12.14 1.239
8 Kesên xeyrimislim, çima nikarin têkevin Mekkeyê? 20.01.15 1.336
9 Kesên, ne ji malbateke musluman tên dinyayê ma bextreş in? 23.12.14 1.171
10 Ma xeyrimislim an jî keşe dikarin ayînên xwe di mizgeftê de bikin? 20.01.15 1.170
11 Ma Filehan diya me Meryem jî ji xwe re kirine îlah? 23.12.14 1.025
12 Ma rûxandina malperên ku heqaretê li dînê me dikin, durist e? 20.01.15 1.171
13 Ma kuştina dujminên dînê Îslamê caiz e? 25.12.14 1.066
14 Ji bo xizmetên dînî meriv dikare ji xeyrimusliman alîkariyan kom bike? 24.01.15 1.173
15 Meriv dikare bi Fileh û Cihûyan re hevkariyê bike? 29.12.14 1.135
16 Ma xwarina goştê heywanên ku Cihû û Fileh serjê dikin, helal e? 03.09.16 859
17 Ma Cihû, ji zikmakî lanetkirî ne? 30.12.14 1.134
18 Hukmê xwarina nêçîrên xeyrimisliman çi ye? 03.09.16 1.269
19 Ma divê em bijartina Cihûyan li ser aleman çawa fêhm bikim? 30.12.14 1.125
20 Cihûyê ku dixwaze bibe Misliman, ma divê pêşî bibe Fileh? 03.01.15 1.165
21 Ma Tewrat hatiye guhertin? 03.01.15 1.368
22 Digel ku lanet li Cihûyan hatiye barandin çawa dibin hêzeke navnetewî? 05.01.15 1.243
23 Ma guneh e ku meriv pesnê yekî xeyrimislim bide? 06.01.15 1.113
24 Meriv dikare diyariyan bide yên xeyrimislim? 08.01.15 1.213